Ji Mihemed ZERAX(HAWAR NET) -- Zanyaran ji bona asteng kirina germahîya gerdunê rêyek ecêp dîtine. Çareserî ewe ku çend stêrên bidûv li gerdunê bixe.Xwedîyên wê fikrê pêşketîya koma endezyar û astronotên NASA'yê ne. Tê fikirîn ku bi wî awayî temenê dinyaya heta 6 milyar salan dirêj bikin.Destûrdarê Navenda lêkolîna NASA'yê a li Calîfornîa yê 'Ames' Dr.Grec laughlîn di bêje "ew fikr ne wekî ku tê guman kirin ne xeter e."Zanyarên ku ser projeya han de biqerarin çawaniya vê projeyê wisa tînin ziman; "moşekek(fuze) li asteroîdekê an jî li stêradûv ve bê girêdan û piştra demekê rastê bê teqînandin."Tenê kêmasiyeke dikare bibe dawiya cîhanêZanyaran herçiqas projeyê wek "mimkun" dibinîn jî haya wan ji xeterên vê projeyê jî hene.
Pisrgirêka herî mezin; cisîmek 100 nîvçapî pir nêzî cîhanê bibe, di rogerê de guhertênên bibe naye texmîn kirin.Zanyar dizanin ku kêmasîyek biçûk wê dawîya cîhanê bîne. (Hawarnet.com / Beşa Zanist û Teknolojî
















